Cezayê Zindanê li Du Xwepêşanderên Din li Îranê Hate Birîn

Navenda Îranî ya Mafên Mirovan ragihand ku dadwerîya Îranê cezayê zindanê li ser du girtîyên girtîgeha Ehwazê sepand ku beşdarî xwepêşandanên sala 2025'an bûbûn.

Li gor vê daxuyanîyê, dadgeha 18'an a pêdaçûnê li herêma Xuzistanê, Mensûr Keybandarian Sabit û Rehîm Pourbodaghi bi du salan cezayê zindanê birî.

Biryara dedgehê li gor benda 286'an a Qanûna Cezayê ya Îslamî bû.

Berê herdu girtî li ser dozeke hevbeş li dadgeha yekem a cezayan hatibûn darizandin û cezaya qedexeya derketina ji welêt û cezayên din li wan hatibû birîn.

Di heman demê de, rêxistina “Hîva” ya mafên mirovan ragihand ku hikûmeta Îranê di çend hefteyên borî de herî kêm 17 cezayên darvekirinê li ser dijberên xwe danîne, piştrast kiriye, an jî agahdar kiriye.

Li gor rêxistinê, Eşkan Malikî û Mehrdad Muhammedînî, ku navên wan di lîstekê de bûn, hatine darvekirin.

Rêxistina Hîva dibêje ev kes ji alîyê dezgeha dadwerîya Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hatine: Esmaîl Remezanpûr, Arman Marafetî, Reûf ŞêxMarûf, Mihemed Ferecî, Benyamîn Neqdî, Eşkan Malikî, Mehdad Mihemedîniya, Zehra Şehbaz Teberî, Yasîn Şahbexş, Hesen Mûslawî Terafî, Yeqûb Deraxşan, Hesen Amirî, Husên Amirî, Huseyîn Kamellahî, Hezretî Emîrî.

Ji dema ku Gholamhossein Mohseni-Ejei posta serokatîya dezgeha dadwerîyê li Îranê wergitîye, di van mehên dawî de rêjeya girtin û darvekirna welatîyên Îranê zêde bûye.