Koma Hûsî ya Yemenê îro Înê bi daxuyanîyekê hişyarî da ku hêlên esmanî yên firokeyan ji esmanê Erebistana Siûdî dûr bikevin.
Hûsîyên ku Îranê piştgirîya wan dike, di daxuyanîya xwe de got ku ji ber ku di demjimêrên pêş de dibe ku êrîşên nû pêk bên, ew hişyarîyê didin hêlên firînan hişyar ku ji esmanê Erebistana Siûdî dûr bisekinin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsîyan, Yehya Serî'i, got ku koma çekdar dê "benderên Siûdî yên li ser Deryaya Sor û stasyona elektrîkê ya Şeqîqê armanc bigire, eger desthilata Riyadê êrîşî bendera Yemenê ya Hudeyde bike."
Ev gef piştî êrîşên vê dawiyê yên Hûsîyan yên li ser Riyadê hat. Di vê navberê de, alozî û şerê di navbera Hûsîyan û hêzên ku ji aliyê Erebistana Siûdî ve tên piştgirîkirin de berdewam dike.
Hûsîyan her wiha ji keştîyan xwest ku benderên Siûdî vala bikin û ji sivîlan re jî hişyarîya derketina ji deverên xeternak dan.