Îran Du Kesan bi Sûcê Girêdana bi Îsraîlê re Sêdarê Dike

Sêdaredan li Îranê

Ajansa nûçeyan a Mîzan a girêdayî desthilata dadwerî ya Îranê radigihîne ku serê sibeya roja Duşemê 20ê Nîsanê du welatî bi tawana "sîxurîya ji bo Îsraîlê" sêdare kirin.

Dadwerîya Îranê îdî'a dike ku Mihemed Ma’sûm Şahî û Hemîd Welîdî berî erkekê li Tehranê ji ber girêdana bi toreke sîxurîyê ya girêdayî Mosadê hatine girtin. Ajansê tu hûrgilî li ser ka kengî û çawa hatine girtin eşkere nekirin.

Li gorî rayedarên dadwerîyê, gumanbaran bi rêya torên civakî bi efserên îstîxbarata Îsraîlê re têkilî danîne, çûne Herêma Kurdistana Îraqê û ji bo pêkanîna operasyonan perwerde dîtine.

Dadwerîya Komara Îslamî herwiha îdî'a dike ku herdu kesan perwerdehîyên cûrbecûr wergirtine, wek mînak çawa danûstandinên ewle saz bikin û li ser torên civakî çalak bin, cihan bibînin, agahdariya li ser saziyên hesas destnîşan bikin û bişînin, û çawa teqemeniyan çêbikin.

Hin çavkanîyên mafên mirovan got ku herdu girtî berê ji bo cihekî nenas hatibûn veguhestin û zext li wan hatibû kirin ku tawanên paldane gumanbaran bi darê zorê bi wan hatine erêkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw roja Duşemê di hesaba xwe ya Xê de nivîsand, "Di tevahîya binçavkirin û darizandina wan de, van herdu kesan mafê dîtina parêzerekî serbixwe û darizandineke dadwer ji wan re nehat dayîn. Di dema binçavkirina xwe de ew bi tundî hatine îşkencekirin."

Her wiha tê ragihandin ku Dadgeha Şoreşê bi sûcê "şer" û "hevkarîya bi komên li dijî Komara Îslamî re" cezayê darvekirinê li wan birî.

Komara Îslamî ya Îranê di hefteyên dawî de 14 girtî darve kirine, heft ji wan bi tawana têkildarî xwepêşandanan, şeş ji wan bi tawana girêdana bi Mucahîdên Xelq re û yek jî bi tawana sîxurî ji bo Îsraîlê di şerê 12 rojan de.

Di demên dawî de, serokê dadwerîya Komara Îslamî got ku dadwerî di rewşa şer de ye û tekez kir ku pêdivî ye bi şêweke lezgîn cezayên sêdaredanê werin cîbicîkirin.

Ji hejî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ser kuştin û sêdaredanên li Îranê gelek caran daxuyanî daye û dibêje rejîma Îranê 42 hezar xwepêşander û kesên nerazî yên sivîl kuştine, herwiha sazîyên navnetewî jî pir caran rejîma Komara Îslamî bi sêdaredanên berdewam û neheq tawanbar dike.