Ajansa nûçeyan a Mîzanê ku bi ser dadgeha Îranê ve ye, îro Duşemê ragihand ku girtîyê siyasî Îrfan Şekûrzade bi tawana "hevkarîya bi sîxurîya Amerîka û Mosadê re" hatiye darvekirin.
Mîzanê bêyî ku behsa karê wî bike, nivîsandîye ku Şekûrzade ji ber zanîna xwe, di navendeke zanistî ya welat de ku li ser satelaytan kar dike, xistibûn nav "projeyekê."
Li gor îdî'ayên Mîzanê, Şekûrzade bi zanabûn û daxwaza xwe peywendî bi Mosad û Ajansa Agahdarîyên Navendî (CIA) re kirîye da ku zanyarîyên zanistî yên Îranê bifroşe wan.
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê belav kirîye ku Şekûrzade yê 29 salî, xwendekarê masterê yê çêkirina firokan bû li Zanîngeha Zanist û Teknolojîyê ya Îranê.
Raport diyar dikin ku Şakûrzade di sala 2025'an de ji alîyê îstîxbarata Supaya Pasdaran ve bi tawana xebata veşartî û hevkarîya bi welatên dijmin re hatibû girtin. Ew nêzîkî neh mehan di hucreya takekesî de mabû û li wir bi zextê daxuyanîyên bi zorê dane girtin ser xwe.
Îranê di mehên dawî de dest bi pêleke nû ya darvekirin, girtin û cezakirina giran a li dijî dijber û rexnegeran kirîye. Li gor sazîyên mafên mirov, Îran di demên şer û krîzên ewlekarîyê de van gavan wekî amûrekê ji bo tirsandin û kontrolkirina civakê bi kar tîne.