Rêxistina çavdêrîya înternetê ya cîhanî NetBlocks îro Înê ragihand ku qutbûna înternetê li Îranê hîn didome, tevî ku di navbera Amerîka û Îranê de agirbest heye û herdu welat nerasterast ji bo aştîyê danûstandinan dikin.
NetBlocks li ser platforma X’ê got ku qutbûna înternetê li Îranê ketîya roja 70’emîn. Ev tê wê wateyê ku ev bûye 1,656 demjimêr ku welatîyên Îranê nikarin bi cîhana derve re têkilîyê bikin an biaxivin.
NetBlocks herwiha eşkere kir ku birîna înternetê li Îranê ziyanê dide kesên ku herî zêde pêdivîya wan pê heye, wekî kesên xwedan pêdivîyên taybet, xwendekar, karsazîyên biçûk û raya giştî.
Qutbûna înternetê ya li Îranê bi destpêka operasyona Amerîka û Îsraîl ya li dijî rejîma Îranê re di 28’ê Sibatê de destpê kir.