Ev Mehek e Xelkê Îranê ji Înternetê Qut Bûne

Li gorî koma çavdêrîya înternetê ya serbixwe Netblocks, Îranî nêzîkî 700 demjimêran ji înternetê qut bûne û hîn jî îhtîmaleke ji nûvevekirina wê tuneye.

Grûpa Netblocks di raporekê de roja Yekşemê got ku qutbûna înternetê li Îranê ketiye roja xwe ya 30emîn û sansura seranserî welêt ji bo hefteya pêncemîn li pey hev berdewam kiriye, û ta niha 696 demjimêran dom kiriye.

Netblocks her wiha got ku pîver nîşan didin ku peywendîyên bi derve re hîn jî tenê 1% ji asta xwe ya normal in.

Di demekê de ku girtina înternetê li Îranê ji bo welatîyên asayî berdewam e, hikûmet rê dide komên ku piştgirîyê didin rejîmê ku bigihêjin înternetê.

Li gorî Netblocks, qutbûna înternetê li Îranê gihîştîye tomareke nû û zêde dibe.