Raportan ji nav Îraq ragihand ku hin alîyên Heşda Şeibî dest bi seferberî û helmetên navnivîs û şandina bi hezaran kesan kirîye bo ku piştevanîya Îranê bikin. Ev yek di demekê de tê ku serkutkirina xwepêşandanan li Îranê, û girjî û alozî jî di navbera Îran û Amerîkayê de didomin.
Rêvebirê Navenda Îraqê ya Lêkolînên Stratejîk, Gazî Feysel, ji Dengê Amerîka re got ku "Li Diyala ya rojhilatê Îraqê nêzîkî 5 hezar kes şandine Îranê ji bo parastin û piştevanîya Komara Îslamî ya Îranê."
Çavkanîyeke taybet ji parêzgeha Diyala, ku nexwest navê xwe eşkere bike, gote Dengê Amerîka ku "belê rast e helmet û hewildan dom dikin, û heta navê bi hezaran kesan hatîye tomar kirin ku weke xwebexş di dema derketina şer de Îranê biparêzin." Heman çavkanîyê got ku "Lê haya wan jê tuneye ku kesên xwebexş çûne Îranê yan na."
Konsulê giştî yê Îranê li Besra Elî Abidî bi şêweyekî zelal di peyama xwe ya li Besra ya di rêwresma bîranana 47an a Şoreşa Îslamî ya Îranê de tekez kir ku gelên herêmê dê berevanîya bawermendîya xwe û desthilata Îranê bikin. Wî got, "Mihwerê berxwedanê û gelên li herêmê dê bi hewara Îranê herin."
Mamosteyê Zanîngeha Mustensirîye li Bexda, Prof. Îsam el Feylî gote Dengê Amerîka, hewildanên cûrbicûr hene ku xwebexş werin seferberkirin ji bo ku berevanîya Îranê bikin û "berpirsên Îranê jî vê yekê bi zelalî dibêjin."
Seferberî ya berevnaîkirina Îranê ji alîyê gelek grûpên Îraqê ve tê meşandin, lê pirs ev e gelo "bi fermî ji alîyê dewleta Îraqê ve ev bangên seferberîyê tên kirin... Helbet na," şirovekar Feylî got.
Ew dibêje, divê qonaxê de yan di qonaxên pêş de, ev helmet tên encamdan û "ev jî dema şerê 2003an ku Amerîka Îraq girt tîne bîra me, dema ku ji her alî de xwebexşên Ereb bi dilxwazî dihatin nav axa Îraqê ji bo şerî dema Amerîka rejîma berê ya Sedam Hisên jinav bir."
Şirovekarê Îraqî Ehmed Şerîfî nêrînek din heye. Ew dibêje helmetên xwebexşînê di şerên nû de ku şerên elektronîk û hişberîya çêkirî ne, hejmara çekdar û xwebexşan roleke mezin nabîne.
"Ew seferberî û helmetên girseyî bo berevanîkirina Îranê, divê em ji du alîyan ve şirove bikin, ji ber ku şerê tê çaverê kirin ku dê li herêmê çêbibe dikeve çarçoveya şerên modern û teknolojîya nû. Ew dikeve kategorîya şerê elektronî û hişberîya çêkirî (AI))."
Şerîfî wiha dibîne ku rêvebirina enîyên şer dê teknîk û teknolojîya nû rolê bibînin, ne ku hejmara kesan. "Zêdebûna hejmara kesan di şerekî wiha de dê bibe bargiranî di enîyên şer de."
Şerîfî dide zanîn ku seferberî û helmetên wiha tenê dikevin di çarçoveya devxweş û alîgirîya bawermendîya olî û îydolojîk de li Îranê, wek din dê bandora wan nebe. Herwiha Îran dixwaze alîgirîya wan grûpan weke zextekê bikar bîne û bide zelalkirin ku eger şer li dij Îranê rûbide, "Dê di ciyografîyeke berteng de nemîne û li herêmê hemû vegire."
Havîna sala 2014an Heşda Şeibî li Îraqê hat damezrandin piştî ku Daişê piranîya herêmên rojavayê wî welatî, bi taybet parêzgeha Mûsil û Enbarê kontrol kirin.
Heşd li Îraqê niha xwedî hêz û hejmareke mezin e û bi temamî di nav artêşa Îraqê de nehatîye têkelkirin, ku ji dehan grûpên çekdar pêk tê û piranîya wan alîgîrîya Îranê dikin.
Amerîka çend grûpên Heşda Şeibî xistine lîsta terorê û pir caran jî berpirsên wan grûpan kirine armanc.