Şanda Bilind Ya Leşkerê Îraqê Bo Hevkarîya Leşekrî Diçe Îranê

Artêşa Tirkiyê û Îraqê di manowirek hevpar de

Artêşa Îarqê di daxûyaniyeke taybet de ragihand ku, şanedeke leşkerî ya Îraqê ya di astek bilind de, roja Çarşemê çûye Îranê ji bo hevkarîya leşkerî di navbera herdu welatan de.

Daxûyaniya leşkerê Îraqê hurgiliyên armanca çûna şandê nade eşkere kirin, lê tê texmînkirin ku, ev şand bo tedbîr stendinan bin, jiber referenaduma herêma Kurdistanê ya ku li roja Duşema borî hatî encamdan bi armanca cûdakirina herêmên Kurdan ji Îraqê.

Îran û Tirkiye jî, li dijî her pêngaveka cûdabûna Kurdan e, artêşên herdu welatan li ser sînor di van çend rojan de dest bi manowirek leşkerî ya hevpar kirine, herwiha artêşên Îraq û Tirkiyê dîsan li ser sînoran dest bi manowirên leşkerî dikin.