Raport: Şandeke Îranê bo Danûstandinan Dê Sêşemê Biçe Pakistanê

Îslamabad

Çavkanîyên agahdar ên Îranî roja Yekşemê ji ‘CNN’ re got ku şandeyek ji Tehranê dê roja Sêşemê biçe Pakistanê ji bo hevdîtinan ligel karbidestên Amerîkî da ku hewl bidin danûstandinên rawestîyayî vejînin.

Raport didin zanîn ku şandeya Îranî ya gera duyan dê heman şand gera yekê be ku Wezîrê Derve Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf, di nav xwe de digire.

Raportan got ku alîyê Îranî hêvî dike ku roja Çarşemê daxuyanîyek hevbeş a sembolîk were weşandin ku agirbesta heyî bo 14 rojên din were dirêjkirin.

Çavkanîyan destnîşan kir ku heke pêşveçûneke berçav çêbibe û Serokê Amerîkayê Donald Trump qebûl bike ku biçe Îslamabadê, serokkomarê Îranê jî dê beşdarî "Civîneke Hevbeş a Serokatîyê" bibe û "Rêkeftina Îslamabadê" îmze bike.

Lê heta amadekirina vê raportê, alîyê fermî yê Tehranê piştrast nekirîye ku şanda wan dê bo danûstandinan biçe Îslamabadê.

Roja Yekşemê, Serok Trump ragihand ku tîmek ji danûstandkarên payebilind dê vê hefteyê biçe Pakistanê da ku danûstandinên bi Îranê re ji nû ve destpê bikin.