Medya dewleta Îranê îro Pêncşemê ragihand ku Tehranê Îsraîl tawanbar kir ku ew li pişt planeke têkçûyî ya hilweşandina sektora berevanî û hilberîna mûşekan e.
"Îstixbarata wezareta berevanîyê yek ji planên herî mezin yên sabotajê pûç kir ku pîşesaziya leşkerî ya mûşekî, firokevanî û esmanî yên Îranê kiribû armanc," televîzyona fermî ya Îranê got.
Televîzyonê herwiha got ku ew kiryar bi pêşengîya îstixbarata sîyonîst û ajanên wan hat kirin.
Her du welatên dijmin bi dehsalan bi îdîayên sabotaj û planên kuştinê hevdu tawanbar dikin.
Îsraîlê heya niha ser vê ragihandinê ti daxûyanî nedaye.
Televîzyonê ji zarê karbidestekî wezareta berevanîya Îranê, ku navê wî nehat dayîn, ragihand ku toreke sixûrên hewil didin ku parçeyên xelet bixin nav hilberîna mûşekên pêşketî ya Komara Îslamî.