Bingehên Petrol û Gazê li Başûrê Îranê Tên Armanckirin

Rojnameya Times of Israel ragihand ku roja Çarşemê bingehên pîşesazîya petrolê liherêma başûrê Parsê ya Esalûyeh li Îranê rastî êrîşan hatin.

Li gor heman çavkanîyê, sazîyên petrokîmyayî yên li herêma Başûrê Parsê bûne, ku herêmeke girîng a berhemanîna petrolê ye, bûye armanca êrîşan. Hûrgulîyên li ser asta ziyanên gihane wan bingehan hîn nehatine eşkerekirin û ne diyar e ka çiqas zirar çêbûye.

Du berpirsên Îsraîlî ew êrîş ji malpera Axios re piştrast kir û got ku ew bi hevkarî û hevrêzî di navbera Amerîka û Îsraîlê de hatiye kirin.

Ev yekem êrîşa bi vî rengî ye li ser sazîyeke petrol û gaza xwezayî ya Îranê ku roleke girîng di aborîya welêt de dilîze.

Projeya Başûrê Parsê li Esalûyeh yek ji mezintirîn deverên hilberîna gaz û petrolê li Îranê ye û roleke mezin di dahat û hinardekirina enerjîya welêt de dilîze.

Ev dever ji ber çavkanîyên xwezayî yên zêde û bingehên petrokîmyayî ji bo Îranê xwedî girîngîyeke stratejîk e.