Artêşa Îsraîlê roja Duşemê ragihand û hêzên wan," di encama pêleke êrîşan de ku çend kêlîyan berê li navendekê li cergê Tehranê pêkanî, li bingeha "Îmam Elî" ya girêdayî hêzên terorîst ên Basîj xist."
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) dibêje ew bingeha hêzên Basîj ku baskekê hêzên Pasdarên Îranê ye di nava binesazîyên sivîl de hatibû avakirin.
IDF dibêje, "Ev bingeh weke navenda hevkarîyê di rewşên awarte de di navbera yekîneya Basîj û Pasdaran de û weke tabûra "Îmam Elî" dihê naskirin û bikaranîn."
Tabûra bi navê " Îmam Elî " di tepeserkirina û tundûtûj li dijî gelê Îranê de di pêla xwepêşandanên dawî de rolek sereke lîstin.
Dîmenên êrîşa nû ya ser wê navenda girêdayî Pasdaran û hevkarên wan di cergê Tehranê de di hesaba xwe ya taybet a Hêzên Berevanîya Îsrîalê de hatîye weşandin.
IDF dibêje "Armancgirtina wê navendê beşeke ji kûrkirina derbeyan e, li ser binesaziya bingehîn a rejîmê û şiyanên wê yên ewlehiyê."