Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Xelatek 10 Milyon Dolar bo Serê Larîcanî Hebû, Lê Me Bê Pere Ew Kuşt

Gideon Sa’ar.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar piştî kuştina Sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî Elî Larîcanî got, "Larîcanî di nav kesên ku di bin sizayên Amerîkayê de bû û xelatek 10 milyon dolar ji bo girtin an kuştina wî hatibû destnîşankirin. Lê me ew bê pere jinavbir."

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê ragihand ku hêzên wê di êrîşekê de Larîcanî kuştîye. Artêşê herwiha da zanîn ku hêzên wan li ser navendên fermandarîyê yên sazîyên ewlehîyê yên rejîma Îranê li Tehranê, di nav de Wezareta Îstîxbaratê û Besîcê de êrîş pêk anîne.

Îsraîl îro Sêşemê ragihand ku Larîcanî û Xulamreza Silêmanî, fermandarê Besîcê, ku du kesayetîyên zordar ên rejîma Îranê bûn, di êrîşên şeva borî de hatine kuştin.