Îsraîl Mezintirîn Navenda Petrokîmyayî ya Îranê Dike Armanc

Navenda berhemanîna gazê li Parsa, Asaluyeh, Îran.

Îsraîl radigihîne ku hêzên wan li mezintirîn navenda petrokîmyayî ya Parsa Başûr xistiye, êrîşeke ku dikare bi milyaran dolar ziyanê bigihîne binesazîya aborî ya Îranê. Nêzîkî nîva berhemên petrokîmyayî yên Îranê ji wir tên.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê, Israel Katz roja Duşemê got ku hêzên esmanî yên Îsraîlê "bi tundî li dezgeha petrokîmyayî ya herî mezin a Îranê, ku li Eseloyê ye xistine, ku ew navend berpirse ji berhemanîna 50% a berhemên petrokîmyayî li welêt."

Êrîş di demekê de tê ku Îsraîlê hefteya borî duyemîn dezgeha petrokîmyayî ya mezin a Îranê kirbû armanc.

Katz got, "Her du dezgeh, ku bi hev re nêzîkî 85% ji berhemên petrokîmyayî ya Îranê pêk tînin, ew her du hatine girtin û êdî ji bo berhemanînê neguncaw in."

Wî got, "Ev derbeyek aborî ya bihêz e ku bi deh milyaran dolaran zirarê dide rejîma Îranê."

Wî tekez kir ku ferman ji hêza esmanî ya Îsraîlê re hatiye dayin ku "bi hemû hêza xwe li binesaziya niştîmanî ya rejîma terorîst a Îranê bixe."

Êrîşa Îsraîlê di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump heta roja Sêşemê dem daye Îranê ku Tengava Hormuzê veke û peymanê bicih bîne.

Serok Trump soz daye ku eger rejîm hişyarîya wî paşguh bixe, ew ê binesazîya enerjîyê û pirên Îranê hilweşîne.