Îsraîl Êrîşî Firokxane û Bingehên Hêzên Esmanî yên Îranê Dike

Firokxaneyên li Derdora Tehran yên ku Îsraîlê armancgirtine.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku di êrîşeke berfireh de li ser firokxaneyên Tehranê, "hêzên me bi dehan balafir û helîkopterên hêza esmanî ya Îranê kirin armanc."

Di hesaba xwe ya X’ê de arteşa Îsraîlê dibêje "Bi dehan balafirên şer ên Hêza Asmanî, di nav de balafir û helîkopter, û her weha binesazîya leşkerî bûn armanca êrîşan, sê firokxaneyên li seranserê Tehranê hatin armancgirtin di nav de firokxaneya Behram, firokxaneya Mîhrabad û firokxaneya Ezmayiş."

IDF di daxuyanîyê de dibêje "firokxaneya Mîhrabad, ku di dema Operasyona ‘Orina Şêran’ de gelek caran hate armancgirtin, ku ew firokxane ji hêla leşkerê Qudsê yê girêdayî Pasdarên Şoreşa Îran (IRGC) ve dihat bikar anîn û wekî navenda sereke ji bo çekdarkirin û fînansekirina hêzên terorîst ên alîgirên rejîmê li Rojhilata Navîn xizmet dikir."

IDF dide zanîn ku pasdaran ji firokxaneya Mîhrabad bi berdewamî çek, alavên leşkerî û pere digihandin xal û navendên cuda yên li Rojhilata Navîn û radestî hêzên herêmî yên alîgirên Îranê dikirin.

Ji hejî gotinê ye ku Roja Duşemê arteşa Îsraîlê ragihandbû ku hêzên wan êrîş birine ser mezintirîn navendên petrokîmyayî yên li Eseluye ya li parêzgeha Buşehir a Îranê.