10 Rêxistinên Sivîl Dibêjin Tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Didome

Deh rêxistinên civaka sivîl û karkeran li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berî salvegera çaran ya xwepêşandanên ku piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî destpê kir, daxuyanîyeke hevbeş weşand.

Rêxistinan got ku tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” piştî çar salan hîn jî berdewam dike û li qadên cuda yên civakê belav bûye. Wan ev tevger wekî têkoşînek dijî zordarî, cudakarî, newekhevî û hejarîyê pênase kir.

Di daxuyanîyê de rêxistinan herwiha katbidestên Îranê bi zext, darvekirin û kiryarên din ên dijî rexnegiran tawanbar kirin. Lê wan bi berdewamî destnîşan kir ku ev gavên rejîmê nikarin daxwazên bo guherînên siyasî û civakî rawestinîn.

Rêxistinan bang li çalakvan û sazîyan kirin ku di salvegera xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî" de, kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn bibîr bînin.

Jîna Emînî, ciwana 22 salî ya Kurd ku ji Seqizê bû, di Îlona 2022’an de li Tehranê bi îdiaya ku binpekiirna pîvanên hîcabê hatibû desteser kirin. Jîna 3 roj piştre, di 16'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.

Mirina wê bû sedema destpêkirina xwepêşandanên girseyî ku ji Seqizê destpê kir û piştre li gelek bajarên Îranê belav bûn.

Dirûşma Kurdî “Jin, Jiyan, Azadî” jî bû yek ji dirûşmên sereke yên xwepêşandanan û piştre li gelek welatên din jî hat bikaranîn.