Îran Êrîşên ser Erebistana Siûdî Didomîne

Raport radigihînin ku tevî agirbesta du hefteyî ya ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye ragihandin, Îran êrîşên xwe yên bi mûşek û dronan li ser Erebistana Siûdî û welatên Kendavê berdewam dike.

Li gor ajansan roja Çarşemê, Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan "çend bingeh li herêmê bi mûşek û dronan" armanc girtine, û da zanîn ku wan êrîşî çend bingehên petrolê yên peywendîdar bi kompanîyên Amerîkî ve li Yenbu’i li Erebistana Siûdî kirine.

Li gor Wezareta Berevanîya Erebistana Siûdî, di çend demjimêrên borî de sîstema berevanîyê 9 dron pûçkirin. Ev êrîş beşek in ji rêze êrîşên berdewam ên ku binesazîya krîtîk li herêmê dikin aramnc.

Wezareta Berevanî ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) jî dibêje, "Hêzên me rêgiriyê li wan êrîşên mûşek û dronan dikin ewên ku ji Îranê ve tên," û rave kir ku dengên ku li deverên cûda têne bihîstin ji ber sîstema berevanîya esmanî ye ku mûşekên balîstîk, mûşekên krûz û dronan pûç dikin.

Li Behrêynê jî, Navenda Ragihandinê ya Niştîmanî piştrast kir ku berevanîya esmanî di 24 demjimêrên borî de şeş mûşek û 31 dron bêbanor hiştine û wêran kirine.

Wezareta Berevanî ya Kuweytê jî ragihand ku berevanîya wê ya esmanî di 24 demjimêrên borî de çar mûşekên balîstîk û 42 dron asteng kirin.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Kuweytê diyar kir ku Îranê di nav çend demjimêran de rêze êrîşên dijwar û berfireh li ser çend dezgeh û kompanîya petrolê encam dane.