Baregeha Partîyeke Kurdî li Sûrdeşê Rastî Êrîşeke Mûşekan Hatiye  

Şeva Çarşemê, êrîşek li ser baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li Sûrdeşê ya nêzîkî Silêmanîyê, hatiye kirin.

Emced Hisên Panahî, endamê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, êrîşe bo Dengê Amerîka piştrast kir û got, “Êrîş bi mûşekan rasterast li ser çeperên me yên Pêşmerge hatiye kirin."

Wî got, "Me berî niha û ji ber gefên êrîşan çeperên xwe vala kiribûn, ji ber vê yekê ti qurbanî çênebûn."

Di dema êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî rejîma Îranê de, Îranê gelek caran baregehên partîyên Kurdên Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê kirine armanc.