Êrîşên Dronî li Hin Herêmên Kurdistana Îraqê Pêk Hatine

Endamekî Hêzên Pêşmerge

Ajansa Reutersê roja Duşemê li gor Çavkaniyên ewlehîyê ragihand ku êrîşeke bi du dronan li nêzîkî bajarê Silêmanîyê yê li Herêma Kurdistana Îraqê li rojhilatê bajarê Hewlêr pêkhatiye.

Çavkanî dide zanîn ku êrîş li dijî kampeke opozîsyona Kurdên Îranê ku li rojhilatê bajarê Hewlêrê ye çêbûye, bê ku behsa qurbaniyan were kirin.

Reuters dîsan li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê ragihand ku, yek ji wan dronan baregeheke hêzên Pêşmerge yên Kurd û ya din jî kampeke ku komên opozîsyona Kurdên Îranê lê dimînin li rojavayê bajêrê Silêmaniyê armanc girt.

Dengê Amerîka hewilda ku derbarê bûyerê û qurbaniyan ji berpirsên hin partiyên kurd yên opozisyona Îranê ku bingehên wan li ser axa Herêma Kurdistanê hene pêzanînan bistînin, lê bersivek tune bû.

Hêjayî gotinê ye ku duh Yekşemê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ragihandbû ku baregeha wan a li parêzgeha Hewlêrê bi dronekê hat armanckirin.

PAK'ê di hesaba xwe ya Facebookê de weşand ku bingeha wan a "Çemşarî ya Spayê Millî yê Kurdistan," hat armanckirin.