Îran Parêzerekî Mafê Mirov Digre

Medya Îranê ragihand ku desthilatdarên welêt parêzerekî biwarê mafê mirov girt, ku pilan kiribû rawestaneke aştiyane li pêş parlemanê lidar xe.

Raporta rojnameya Arman a îro Yekşemê got polîs Qasim Şoleh-Saadî girt liji ber “derketina wî ya ne Yasayî” li pêş parlemanê.

Rojekê berê Şoleh-Saadî li ser Instagrama xwe got ewê xwepêşandanekê li pêş parlemanê organize bike û daxwaza hilbijartinên azad bike.

Şoleh-Saadî yê 64 salî û endamê parlemana Îranî di salên 1980’î de, hatibû birin bo navenda polîs.

Ew navdare bi rexneyên xwe û di sala 2017an de hate qedexekirin ji kandîdbûna hilbijartinên serokatiyê.