Îran û Welatên Peymana Mekkeyê Wê Dîyaloga Ewlehîyê Bidomînin

Dîmenek ji civîna Îran û sê welatên îmzekerên Peymana Berevanîyê ya Mekkeyê — Tirkîye, Erebistana Saûdî û Pakistanê, Tehran, 261ê Cotmeha 2026’an.

Îran û sê welatên îmzekerên Peymana Berevanîyê ya Mekkeyê; Tirkîye, Erebistana Saûdî û Pakistan, piştî civîna roja Duşemê li Tehranê hevbîr bûne ku tevî aşîtî û ewlehîya herêmî, ji bo xurtkirina hevkariyê, dîyalogê bidomînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ev hevbîrbûna çar welatan ragihand, lê hûgûlîyên gotubêjên cîvinê an dema civîna pêş eşkere nekir.

“Îran û sê welatên ku alîyên peymana berevanîyê ya Mekeyê ne, piştî civîna "yekem" li Tehranê, li ser berdewamkirina danûstandinan hevbîr bûn,” televizyonê got.

Civîna çaralî ya li Tehranê bi mazûvanîya Sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rizayî pêk hat.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, wezîrê derve Abbas Eraqçî jî beşdarî civînê bûn.

Ji Tirkîyê serokê sazîya îstîxbarata neteweyî (MÎT)ê Îbrahîm Kalin, ji Erebistana Saûdî bi wezîrê berevanîyê Xalid bin Selman û ji Pakistanê Asim Munîr nûnertîya welatên xwe kirin.

Wezareta derve ya Siûdî armanca civînê, kêmkirina alozîya di navbera Îran û Amerîka de, piştgiriya jibo navbeynkarîya Qeter û Pakistanê rave kiribû.

Ev civîn piştî serdana navbeynkarên Qeterî ya duh bo Tehranê tê kirin. Pakistan û Qeter pêşengîya hewlên navbeynkarîyê dikin. Wan di Hezîranê de alîkarîya peymanek aştiyê ya demkî kiribû, lê şerê Îran û Amerîkayê piştre dîsa dest pê kiribû.

Amerîkayê heya niha ser vê civînê ti daxuyanî yan êîrove ranegihandîye.