Xameneyî: Amerîka û Hevalbendên wê Derheqa Bernama Navokî Derewan Dikin

Alî Xameneyî.

Rêberê bilind yê Îranê Alî Xameneyî dibêje ku Amerîka û hevalbendên wê derheqa bernama navokî ya Tehranê derewan dikin da ku pirsgirêkên xwe vêşêrin.

Li merasîma 23-emîn salvegera mirina damezrênerê Komara Îslamî Ayetullah Xumeynî, Xameneyî roja Yekşemê got ku ragihandinên sîyasî û medyayê derbarê metirsîya Îranê bêy belgeh in.

Rêberê Îranê got ku pêdivîye Rojava li Îraneka navokî netirse, lê belê li Îraneka Îslamî bitirse.

Amerîka û welatên Rojavayê di wê bawerê de ne ku Îran bernama navokî ya xwe jibo berhem anîna çekên navokî bikar tîne.