IEA: Hilberîna Enerjîya Rojhilata Navên Pêdivî bi 2 Salan Heye Heta Vegere Wekî Berê

Serokê Ajansa Enerjîyê ya Navneteweyî (IEA) îro Înê ragihand ku ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, pêdivî bi nêzîkî du salan heye da ku hilberîna li herêmê vegere asta berî şer.

Fatih Birol di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Swîsreyî Neue Zuercher Zeitung got, “Ev yek dê ji welatekî bo welatekî cûda bibe. Wekî mînak, li Îraqê, ewê ji Erebistana Siûdî pir dirêjtir be, lê em texmîn dikin ku bi tevahî pêdivî bi nêzîkî du salan heye da ku hilberîn dîsa bigihêje astên berî şer.”

Pispor dibêjin yek ji sedemên kêmbûna hilberîna petrol û gazê li herêmê astengkirina rejîma Îranê ya Tengava Hormuzê ye. Ji destpêka şerê Îranê ve, Tehranê keştîvanî û tevgera bazirganî li nav tengava Hormuzê asteng kirine. Dora %20 ji hinartina petrola cîhanê û keştîyên bazirganîya cîhanî di wir re derbas dibe.

Di heman demê de, karbidest li tevahîya herêmê li rêyan digerin da ku girêdanbûna xwe ya demdirêj bi berhemên petrol û gazê ve kêm bikin. Wekî mînak, niha hinek welatên li bijarên enerjîya navokî digerin da ku di dema nakokîyan de xwe bi tevahî nespêrin gaz û petrolê.