Wezîrê Petrolê yê Îranê Dest ji Kar Kişand

Ofîsa serokatîya Îranê roja Yekşemê ragihand ku Wezîrê petrolê yê Îranê Muhsin Paknejad dest ji karê xwed berda lê egeren vê yekê eşkere nekir.

Li gor Ajansa France Press, bi fermana serokomar Mesûd Pizişkîyan, rêvebirê giştî yê Kompanîya Neteweyî ya petrolê ya Îranê Hamid Bovard wek Wezîrê Petrolê yê demkî hatiye destnîşankirin.

Muhsin Paknejad di Tebaxa 2024'an de bû Wezîrê Petrolê yê Îranê. Destjikarkişandina wî di demekê de tê ku girjîya li Tengava Hormuz berdewam in, û fişara cezayên Washington li ser aborîya Îranê zêde dibe û bandora cezayên roj bi roj dijwartir dibe.