Pakistan dibêje ew hewldanên xwe yên dîplomatîk ji bo navbeynkarîya di navbera Amerîkayê û Îranê de didomîne.
Îslamabad tekez dike ku hêvîya wan ji bo pêşvebirina danûstandinan tevî hebûna girjî, êrîş, gef û tengbûna qada diyalogê heye.
Di bersiva pirsekê de ser geşbînîya Îslamabadê derbarê danûstandinan, Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Endrîb got: "Pir zehmet e ji ber rewşa heyî ya dijminkarîyên zelal û girjîyên pir dijwar, mirov geşbîn bimîne, lê dîsan emê nebêjin em reşbîn in, hîn jî me hêvîya xwe winda nekiriye."
Endrîb destnîşan kir ku "geşbînî şertekî pêşîn e ji bo serkeftina her navbeynkarekê," û got ku "bêhêvîbûn dê xizmeta pêvajoya dîplomatîk neke."
Berdevkê Pakistanî got: "Pakistan hewldanên xwe didomîne. Em dijwarîyan fêm dikin û dizanin ka qada dîplomatîk çawa ji ber van dijminkarîyan teng bûye. Ligel vê yekê jî, ez bi zelalî dibêjim ku me hêvîya xwe winda nekiriye."
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê di peyameke taybet de ragihand ku hêzên Amerîkî wê îşev êrîşên giran dijî Îranê pêk bîne.
Herwiha, 22 welatan di daxuyanîyeke hevbeş de kiryarên Îranê yên têkdar şermezar kirin û bang li Tehranê kir ku kiryarên alîgîrên xwe yên têkder û tund rawestîne.