PDKI: Pasdarên Îranê bi Dronên Xwekuj Êrîşî Balîsanê Kir

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) ragihand, ku "hêzên pasdarên rejîma terorîst a Îranê bi çend dronên xwekuj êrîşî çiyayên Balîsanê kir."

PDKI di daxuyanîyekê de ku li ser platforma X'ê balav kir, ragihand ku “demjmêr 07:40 êvara îro Pêncşemê bi dema xwecihî, Hêzên Pasdarên Îranê bi du dronan êrîşî Yekîneyên Pêşmerge yên PDKI li çiyayên Balîsanê kir.”

Herwiha PDKI diyar kir ku êrîşa îro piştî du êrîşên cuda yên doh ji alîyê Pasdarên Îranê ve hat ku kampên Zewî Spî û Girde Çal bi bi çend dronên xwekuj armanc girtin.

Rejîma Îranê heta niha zêdetirî 120 êrîş li dijî PDKI'yê pêk anîye, ku piranîya wan li deverên sivîl, nexweşxane û dibistan bûne armanc.