Hêzên Ewlekarîya Îranê Sê Jinên Kurd Desteser Dike

Hêzên ewlekarîya rejîma Îranê girtin û binçavkirina welatîyên Kurd didomîne. Di rojên dawî de hêzên ewlekarîyê sê jinên Kurd bi navên Hûmeyra Emînpûr, Şilêr Emînpûr û Menîje Xoşnûd li bajarê Bûkanê girtin.

Rêxistina mafên mirovan Hengaw ragihand ku roja Çarşemê efserên îstîxbaratê bêyî fermana girtinê, ketin mala Hûmeyra û Şilêr Emînpûr û her du xuşk girtin.

Di bûyerek din de, Menîje Xoşnûd, welatîya 58 salî ku rûniştvana bajarê Bûkanê ye, li 25'ê Gulanê hate girtin.

Hate ragihandin ku piştî lêgerîna malê, hêzên ewlekarîyê dest danî ser tiştên wekî telefon, laptop û hin pirtûkên.

Menîje Xoşnûd berî niha jî hatibû girtin û di sala 2024'an de bi tawana propagandaya li dijî hikûmetê cezayê zindanê lê hatibû birîn.

Çavkanîyên agahdar diyar kir ku malbatên van hersê jinan hîn nekarin agahîyên rast li ser cihê wan bidest bixin.