Hrana: Zêdetirî 500 Kes li Îranê Hatine Kuştin

Xwepêşandanên Îranê 9'ê Çile

Li gorî rapora dawî ya Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (Hrana), hejmara kuştîyan di xwepêşandanên dawî yên seranserî Îranê de, gihîştiye herî kêm 538 kesan, di nav wan de 490 xwepêşander û 48 endamên hêzên dewletê yên serkutker hene.

Hrana dibêje, ku xwepêşandan li seranserê Îranê li zêdetirî 570 cihan û li her 31 parêzgehan dom dikin.

Rêxistina mafên mirovan her wiha got ku di dema xwepêşandanan de zêdetirî 10,600 kes hatine girtin.

Li gorî Hrana, ev data û pêzanîn li ser bingeha toreke çalakvanên navxweyî û navnetewî hatine berhevkirin, lê ji ber dîmenên vîdyoyê yên hatine bidestxistin, îhtîmal e ku ev hejmar zêde bibe.

Di vê navberê de, rapor û vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin nîşan didin ku xwepêşandanên berfireh li Tehran û bajarên din, di nav de Meşhed jî, berdewam dikin.

Xwepêşandanên seranserî roja Yekşemê ketbû roja xwe ya 15emîn, ji ber ku çavkanîyên mafên mirovan û vîdyoyên ku ji hêla VOA ve hatine bidestxistin, tundî û kuştina xwepêşanderan ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve li kolanên bajarên cûda nîşan didin.

Di heman çarçovê de, Rexistina Mafên Mirovan Hengaw îro Duşemê 12’ê Çile ragihand ku Diyar Pûrçehriq, welatiyê Kurd ê ji Selmasê, di xwepêşandanên giştî yên li Tehranê de bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmeta Îranê hate kuştin. Diyar ku 30 salîye, duyemîn niştecihê Selmasê ye ku di heman rojê de di xwepêşandanên li paytext Tehran de hatiye kuştin.