Senator Risch: Tiştek Nikare Daxwaza Azadîyê li Îranê Rawestîne

Senator James Risch. Wêne: malpera Senatoya Amerîkî.

Senatorê Amerîkî James Risch ji Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka re got ku xwepêşandanên Îranê peyameke bihêz dişînin ku tiştek nikare rêkê li ber daxwaza azadîyê bigire.

Risch got ku "piştî dehên salan ji zordarîyê, Îranî di kêlîkeke dîrokî de daketine kolanan. Tenê Îranî dikarin biryarê bidin wê kî wan birêve bibe, lê Kongres hergav zelal bûye ku melayên heyî û Ayetollah lîstikvanên xirab in."

Senatorê Komarî da zanîn ku "ev xwepêşandanên Îranê peyameke bihêz dişînin ku ti sînordarkirina peywendîyan yan înternetê nikare daxwaza azadîyê rawestîne."

Xwepêşandanên dijî rejîma Îranê ketine roja xwe ya 17an, tê de herî kêm 2,000 kes hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne. Xwepêşandan li seranserê bajarên Îranê belav bûne, di nav de jî deverên Kurdan.

Ji hefteya borî ve desthilatdarên Îranî înternet li seranserê welêt birîye û rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku ligel nebûna peywendîyê ligel welatîyên sivîl, hikûmeta Îranî asta tundûtûjîyê zêdetir kiriye.