Koma çekdar ya Kataîb Hizbullah ku ser bi Îranê ve ye roja Înê berpirsîya xwe hember êrîşeke dronan li ser firokxaneya Hewlêrê ragihand.
Ev yek li demekê tê ku bingehên Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PKDÎ) li Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin.
Li gor jêderan, mîlîşyaya Hizbullaha Îraqî bi çar mûşek û du dronên xwekuj bingeha Herîr ya hêzên Amerîkî, firokxaneya Hewlêrê û bingeheke PDKÎ li devera Koyayê kirine armanc. Jêderên Dengê Amerîka dibêjin ku ti qurbanî di van êrîşan de tunebûn.
Ji ber êrîşên Îranê û komên çekdar yên ser bi wê vê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Înê ragihand ku ew ji ber êrîşan xebatên xwe yên hilberîna neftê li parêzgeha Duhokê radigire.
Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de got ku bi sedema "êrîşeke terorîst" li ser zevîyeke neftê li devera Sersingê ya ser bi Duhokê ve, ew karên xwe li wir radiwestîne.
Wezaretê got ku armanca van êrîşan ew e ku ziyanê bigihînin binesazîya aborî û samanên gelê Herêma Kurdistanê.
Ji destpêka opersyonên Amerîka û Îsraîlê ve li 28'ê Sibatê dijî rejîma Îranê, bi dehan mûşek û dron ji alîyê Îran û komên ser bi wê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine avêtin.