Qeter: Hêzên Me Êrîşên Mûşek û Dronên Îranê li Ser Welêt Pûç Dikin

Logoya Wezareta Berevanî ya Qeterê

Wezareta Berevanîya Qeterê roja Pêncşemê 12ê Adarê got ku hêzên çekdar ên Qeterê bersiva êrîşeke mûşekî ya ku welat aramnc girtiye dane.

Li gorî daxuyaniyê, sistema parastina esmanî bi serkeftî êrîşa mûşekî ku gefa li ser ewlehiya welatiyan bû asteng kiriye.

Wezaretê tekez kir ku hêzên çekdar amade ne ku ax û qada esmanî ya welêt biparêzin.

Ji destpêka operasyona Hêrsa Dastanî ve, Komara Îslamî ya Îranê gelek caran cîranên xwe armanc girtine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku duh Çarşemê jî wezareta berevanî ya Qeterê ragihand ku hêzên wan yên esmanî êrîşên ku ji 9 mûşekên balîstîk û hejmareke dronan pêkdihat pûç kirine ku ji Komara Îslamî ya Îranê hatin avêtin.

Wezaret di hesaba xwe ya platforma Xê de dibeje "Hêzên me yên Çekdar, ji kerema Xwedê, hemû dron û (8) mûşekên balîstîk bi serkeftî têk birin, di heman demê de mûşekek li deverek bêmirov ket," ti ziyan çênebûn.