Raport: Dengê Teqînan li Girava Qeşm a Îranî Hatin Bihîstin

Beşekî Girava Qeşmê

Raportan ragihand ku li Girava Qeşmê ya Îranê îro Sêşemê, 17'ê Mijdarê, dengê teqînan hatîye bihîstin û bilindbûna dûmanê li esmanê giravê hatîye dîtin.

Li gor ragihandinên medyaya Îranê, êrîşên esmanî baregeha berevanîya esmanî ya Nerîman li Girava Qeşmê hatîye armancgirtin.

Ajansa Anadolu ya Tirkîyê û Ajansa Farsê ya Îranê li ser zarê niştecîhên giravê veguhest ku çend teqînên li pey hev ji alîyê bakurê rojavayê girava Qeşmê ve hatine bihîstin. Herwiha, dûman li esmanê giravê hatiye dîtin.

Rojnameya Times of Isreal û kenala Al-Jazeera ya Qeterî dibêjin li gor agahîyên herêmî yên ku hîn nehatine piştrastkirin, dibe ji encama êrîşeke hêzên Amerîkayê be. Lê Amerîkayê heta niha derbarê êrîş û teqînên li Qeşmê tiştek negotîye.

Sêşemê serê sibê, raportan ragihandibû ku Îranê bi rêya dronan êrîşî sîstemeke radarê ya leşkerî ya Amerîkayê ya li Behreynê kirbû. Lê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) demûdest îdîya Îranê derew derxist û ragihand ku dronên Îranê hatin têkbirin.

Heta niha agahîyên fermî yên serbixwe derbarê asta zirarê û encamên êrîşa ser girava Qeşmê nehatine eşkerekirin.