Kesayetên siyasî û çalakvanên reformxwaz ên Îranî di rojên dawî de ji ber îmzekirina daxuyanîyekê ku kuştina xwepêşanderan şermezar dikin Rêberê Bilind Elî Xamineyî rexne dikin, hatine girtin.
Ajansa nûçeyan a Farisî ya Pasdarên Şoreşê girtina çend ji wan, di nav de Azer Mensûrî, Îbrahîm Esxerzade û Muhsin Emînzade, piştrast kir û got ku ew ji hêla rayedarên ewlehî û dadwerîyê ve hatine girtin.
Çavkanîyên nêzîkî baskê reformxwaz ê Îranê berê gotibûn ku Azer Mensûrî, serokê Enîya Reformê, û hejmareke çalakvanên siyasî yên din plan dikirin ku daxuyanîyekê bidin û Xamineyî rexne bikin, lê hêzên ewlehîyê rê neda ku daxuyanî were dayîn.
Reşnivîsa daxuyanîyê, dibêje, divê Xmineyî dest ji kar berde ji bo ku Îran ji vê rewşa xerab rizgar bibe.
Ev geşedan di demekê de tên ku 17 kesan daxuyanîyek îmze kirine ku Xamineyî û Komara Îslamî wekî astengîya sereke ya li pêşîya derbasbûna Îranê ne ji krîza heyî.
Di nameyê de her wiha rêberê Komara Îslamî bi kuştina xwepêşanderan sûcdar hat dîtin û serdegirtin wekî "sûcekî dewletê yê plankirî li dijî mirovahîyê" hat binavkirin.
Reformxwaz li Îranê ji Ber Rexnekirina Rêberê Komara Îslamî Tên Girtin
Ji Çepê: Îbrahîm Asgharzadeh, Azar Mansouri û Muhsin Aminzadeh