Li Îranê Bihabûn bi Awayekî Berçav Zêde Dibe

Navenda Amaran a Îranê ragihand ku rêjeya bihabûna sal bi sal li Îranê bi awayekî berçav zêde bûye û gihîştîye nêzîkî 88%.

Navenda Amaran a Îranê di raporta xwe ya nû de dibêje ku rêjeya bihabûna sal bi sal ku guherîna nirxan li gorî heman dema sala borî nîşan dide gihîştiye 87.9%.

Ev rêje nîşan dide ku nirxê wan her heman tişt û karan li Îranê di dema salekê de nêzîkî du qat zêde bûye.

Navenda Amara Îranê herwiha rêjeya bihabûna salanî ya ji Tîrmeha par heta dawîya Tîrmeha îsal wek 66% ragihand. Berê, Banka Navendî ev rêje wek 62% ragihandibû.

Di çend hefteyên borî de, hinek pisporên aborîyê li Îranê hişyarî dan ku eger ev rêje ji sedî sed derbas bibe, dê bibe “helawsana mezin.”