Erebistana Siûdî Dibêje wan Du Dronên Hûsîyan li Esmanê Mekeyê Têkbirin

Alîyekî Bajarê Mekeyê

Wezareta Berevanîya Erebistana Siûdî roja Yekşemê ragihand ku hêzên berevanîya esmanî du dronên ku ji alîyê Hûsîyan ve ji Yemenê hatibûn şandin, li ser herêma Meke ya rojavayê welêt rawestandin û hilweşandin.

Li gorî daxuyanîya wezaretê, agagîyên derbarê zirarên êrîşan demûdest nehatine eşkerekirin.

Ev bûyer di demekê de tê ku girjîyên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsîyan de berdewam dikin.

Di rojên dawî de, çend êrîşên bi mûşek û dronan li dijî axa Erebistana Siûdî hatine ragihandin.

Hûsîyan gelek caran îdîaya armancgirtina bajarên Meke û Medîneyê red kirine û gotine ku operasyonên wan li dijî cihên leşkerî û stratejîk in.

Li alîyekî din, roja Yekşemê 15'ê Mijdarê, Hêzên Berevanîya Behreynê ragihand ku wan hejmareke êrîşên Îranê yên bi dron û mûşekan bo ser axa welêt astengkirine û têkbirine.