Medyaya fermî ya Îranê roja Şemiyê got, Îran gihîştiye rêkeftinekê ji bo kirîna balafirên şer yên pêşkeftî yên Su-35 ji Rûsyayê, ev jî têkeliyê berfirehtir dike ku tê de dronên Îranê di şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê de hatine bikaranîn.
Ajansa IRIB ji zarê nûneratiya Îranê li Netewên Yekgirtî li New Yorkê ragihand: "Firokeyên şer ên Sukhoi-35 ji aliyê teknîkî ve ji aliyê Îranê ve tên qebûlkirin û Îranê girêbesta kirîna wan bi dawî kiriye."
Di raportê de tu piştrastkirineke Rûsî li ser rêkeftinê ne bû, û hûrgiliyên wê jî nehatin aşkerekirin. IRIB ragihand, şandê got ku Îranê herwiha li ser kirîna firokeyên serbazî ji çend welatên din ên ku navên wan nehatine aşkerekirin, lêkolîn kiriye
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di Tîrmeha borî de li Tehranê bi rêberê bilindê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî re civiya û tekez kir ku li hemberî fişarên Rojavayî yên li ser şerê li Ukraynayê têkiliyên xwe nêzîktir bikin.
Îranê dan bi wê kir ku dron şandîne Rûsyayê lê dibêje ew beriya êrîşa Moskowê bo li ser Ukraynayê par hatibûne şandin. Moskowa red dike ku hêzên wê li Ukraynayê dronên ku Îranê çêkirine bi kar tînin.
Hêza esmanî ya Îranê tenê çend deh firokeyên êrişber hene: firokên Rûsî û her weha modelên kevnar ên Amerîkî ku berî şoreşa Îranê ya sala 1979an bi dest xistine.
Di sala 2018an de, Îranê got ku wê dest bi berhemînana firokeya şer ya Kowsar a xwecihî ya sêwirandî kiriye ji bo bikaranîna di hêza xwe ya asmanî de.
Hin pisporên leşkerî bawer dikin ku ev firoke nimoneyeke karbonê ya F-5 e ye, ku yekem car di sala 1960an de li Amerîka hatîye berhemînan.
Çavkanî: Reuters