Xameneyî: Biryarên Şaş yên Hikûmetê Ziyan li Aborîya Îranê Kiriye

Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî.

Rêberê ruhanî yê Îranê Alî Xameneyî îro Yekşemê ragihand ku rewşa xirab ya aborî ku welat tê re derbaz dibe ne tenê jiber embargoyên navnetewî ne, lê belê jiber şaştîyên hikûmetê ye jî.

Xameneyî got ku ji 2011’an ve heta sala borî, "biryarên şaş û kêmanî" beşek bûn ji sedema ku aborîya komara Îslamî ne baş be.

Nîşanên wekî rêjeya geşbûna berhemên xwecihî, avabûna sermyanî û enflasyon nayên qebûl kirin, Xameneyî dîyar kir.

“Sedema serekî ya van pirsgirêkan ne tenê embargo ne, lê herwiha biryarên şaş û kêmasî ne,” rêberê Îranê di civînekê de ligel karbidestên aborî got.

“Eger desthilatan bêtir hevkarî di van 10 salan de ligel berhemdaran kiriba, ewê ziyan kêmtir bûya û ewê serkeftin bêtir bûya,” wî herwiha got.

Ev gotinên Xameneyî wekî êrîşeke ne rasterast hember rêvebirîya serokê berê Hesen Ruhanî ku ji 2013’an heta 2021’ê di desthilatê de bû, hatin dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku rêjeya enflasyon û buhabûna kelûpelan li Îranê gihiştîye nêzîkî 60 ji sedî.