Amerîka û Bêhtirî 20 Welatên din Kiryarên Îranê yên 'Têkder' Şermezar Dikin

Iran Proxies

Zêdetirî 20 welatan, di nav de Amerîka, Brîtanya, Frensa, Almanya, Awsturaliya, Keneda, Holanda, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Fînland û welatên din daxuyanîyek hevbeş weşand û kiryarên sazîyên ewlehî û îstîxbaratê yên Îranê li dijî dijberên hikûmetê, rojnamevan û Cihûyan li Amerîkaya Bakur, Ewrupa û Australîyayê şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di hesaba xwe ya X'ê ya bi zimanê Erebî de daxuyanîya hevbeş weşand û kiryarên Îranê weke karên têkder û nelayîq binav kirin.

Daxuyanî dibêje, Welatan "planên kuştinê" û çalakîyên din ên ji hêla Pasdarên Şoreşê, Hêza Quds, Wezareta Îstîxbarat û Ewlehîyê ya Îranê ve hatine destnîşankirin, şermezar kirin.

Di daxuyanîyê de êrîşên dawî yên ji hêla hin tevgera Îslamî ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin li Ewrupayê jî şermezar kirin.

"Hewldanên kuştin, revandin, gefxwarin, tirsandin an her êrîşek din di nav axa me de serwerîya neteweyî û prensîpên navneteweyî têk dibin. Divê ev kiryar bilez werin rawestandin," daxuyanîya hevbeş got.

Hêjayî gotinê ye ku dadgehên welatên Ewrupî berê serokên Komara Îslamî bi plankirina terorîzmê û kuştina dijberên xwe tawanbar kirine.