Ajokarên kamyonan û karkerên veguhestinê li hejmarek bajarên Îranê roja Yekşemê dest bi greveke seranserî kir.
Li gorî daxuyanîyeke Yekîtîya Ajokarên Kamyonan û Rêxistinên Karkerên Veguhestinê yên Îranê ku roja Şemîyê li ser telegramê belav kir, Yekîtîyê piştgirî da grevê û bang li ajokaran kir ku pêgir bin.
Ajokar dibêjin ku tevî lêçûnên wan ên her ku diçe zêde dibin, qezenca wan pir kêm e. Ajokarekî nivîsand ku tenê li Bender Ebasê qezencên barhilgiran zêde bûne lê li Çabaharê ti guhertin nebûye.
Ajokarên kamyonan di Hezîrana sala borî de jî ketin grevê. Piştî wê, Dadwerîya Komara Îslamî ya Îranê du kes bi tawana beşdarbûna di grevê de bi 15 sal zindan ceza kir.