Trump: Tenê Du Hefte Mabûn ku Îran Çekên Navokî Bidest Bixe, Lê Me Ew Derfet ji Wan Stand

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku rejîma Îranê berî operasyona leşkerî ya Amerîkayê "tenê du hefte" hebûn ku bombeyeke navokî bidest bixe, lê Amerîkayê ew derfetê Tehranê derxist.

Trump di hevpeyvînekê de ligel rojnamevan Stephen A. Smith, ku Pêncşemê bi şev belav bû, got: "Ez dibjêjim ku ne pêkan bû ku ew çekên navokî bikar neyînin, di demekê de ku tenê du hefte hebûn ku ew wan bidest bixin."

Serok Trump herwiha da zanîn: "Ez dibêjim ku pir pêkan bû ku ew vî çekî bikar bînin û tevahîya Rojhilata Navîn û piranîya herêmê wêran bikin."

Di beşekî din ê axaftina xwe de, serokê Amerîkayê, rejîma Îranê wekî "împratorîyeke xerab" binav kir û got ku "me gelek kar kiriye."

Wî got, "Ewê çekên navokî bidest nexin. Me ew şiyan ji wan standiye û emê piştrast bikin ku ew bi tevahî nekaribin, ji ber vê yekê ez li wir im."

Operasyona Hêrsa Dastanî di 28'ê Sibata 2026'an de bi beşdarîya Amerîka û Îsraîlê destpê kir û çil rojan dom kir.

Armanca operasyonê ew bû ku şiyana rejîma Îranê ya bikaranîna hêza leşkerî li herêmê ji holê were rakirin, li binesazîya mûşekî, deryayî û ewlehîyê ya rejîmê were xistin, û misoger bibe ku ew çekên navokî bidest nexe.

Piştî bidawîbûna operasyonê, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) got ku hêzên Amerîkî di qonaxa sereke ya operasyonê de êrîşî nêzîkî 13,500 armancan kirine.