Koşka Spî ser Danûstandinên bi Îranê re Bersiva Pirsên Dengê Amerîka Dide

Avahiyê Koşka Spî

Dengê Amerîkayê li ser bingeha raportên Axios yên derbarê pêşniyarên Îranê û rewşa danûstandinên bi Îranê re ji Koşka Spî pirsî, Olivia Wales Cîgira Berdevka Koşka Spî got "Ev danûstandinên dîplomatîk ên hestdar in û Amerîka dê bi rêya çapemenîyê danûstandinan neke."

"Wekî ku Serok gotiye, kartên bihêz di dest Amerîkayê de ne û dê ti peymanan çêneke eger ku berjewendîyên gelê Amerîkî nexe pêşîyê, û qet destûrê nade Îran bibe xwedî çekê navokî," Olivia Wales got.

Roja Duşemê Axios raportek ser danûstandinên Amerîkayê bi Îranê re weşand û îdî'a kir ku Îranê pêşniyrên xwe yên nû yên derbarê şer û vekirina Tengava Hormuzê ji Amerîka re şandine.

Herwiha raporta Axios îdî'a dike ku pirsa çekê atomî yê Îranê ji bo danûstandinan hatîye paşxistin bo demek din.

Ji hejî gotinê ye ku Serok Trump roja Şemîyê geşta şanda Amerîkayê bo Îslamabadê ji bo hevdîtina bi nûnerên Îranê re betal kir û got "Me sefer betal kir. Em 15 demjimêran di balafirê de derbas nakin ji ber ku ew belgeyek ne baş bidin me. Ji ber vê yekê em dikarin bi telefonê jî biaxivin her dem ku ew bixwazin," Trump ji rojnamevanan re got.