Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê di peyameke kurt de hişyarî da Îranê ku di demek zû de "Jîr" tevbigerin.
Trump got "Nikare xwe li ser lingan bigire û xwe rêk bixe, ew nizanin peyameneke ne-navokî çê kin, divê ew bi awyekî jîrane bilez tevbigerin."
Di peyama xwe de Donald Trump wêneke xwe ya dîjîtalî ya bi çek weşandîye, ku wî tivengek automatîk hilgirtîye û li pişt wî nîşanên bombebarenk dijwar û agrîn heye.
Li alîyek din, Rojnameya Wall Street Journal diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman daye berpirsên ewlehîya neteweyî ku ji bo astengkirina demdirêj a bendergehên Îranê wekî beşek ji hewildanên zêdekirina zextê li ser Tehranê li ser bernameya wê ya navokî xwe amade bikin.
Li gorî raportê, Serok Trump bawer dike ku Îran bi niyeta baş danûstandinan nake û hêvî dike ku wê neçar bike ku dewlemendkirina uranyomê heta 20 salan rawestîne.
Raport dibêje ku serok Trump dê Îranê di qonaxên bihê de mecbûrî qebulkirina mercên tund û dijwar bike.
Rojnameyê ji berpirsên nenavkirî nîşan bi gotinên Trump da ku di civînek li Odeya Rewşa Qesra Spî de vebijarkên ji bo çareserkirina krîzê nîqaş kirine, ji ber ku ji nû ve bombebarankirin an vekişîna ji şer xetereyên girîng hildigire.