Serok Trump: Peymana bi Îranê re Yekşemê Tê Îmzekirin

Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê ragihand ku peymana ligel Îranê dê sibe were îmzekirin.

Trump li ser platforma X'ê got: "Peyman dê sibê were îmzekirin, û yekser piştî îmzekirinê, Tengava Hormuzê ji bo hemûyan dê vekirî bimîne. Têkilîya me bi Îranê re niha ji rêveberîyên berê pir cûda û çêtir e."

Serok Trump herwiha da zanîn ku "Di wexteke guncaw de, dema ku her tişt aram be, emê herin nav Îranê û ‘Toza Navokî’ bistînin, ku di bin çiyayên granît ên bilind û hilweşandî de ye, bi saya bombebaranên me yên ên B-2 û pîlotên wan ên jîr. Emê (wê toza navokî) tevlihev bikin û wêran bikin, çi li Îranê be, çi li Amerîkayê be."

"Em li bendê ne ku bi Îranê û tevahîya Rojhilata Navîn re, di siberojê de bi awayekî domdar bixebitin. Bi hêvî me, ev pêvajo dê zû, bi hêsanî û bi nermî bidawî bibe. Eger ne wisa be, alternatîva me ya dawî heye, bi hêvî me ku careke din tiştê wiha çênebe," Trump got.

Wezareta Derve ya Pakistanê jî tekez kir û ragihand ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve, Mihemed Îshaq Dar, di peywendîyeke telefonî de bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Şehzade Feysel bin Ferhan, axivî.

Wezareta Derve ya Pakistanê li ser X'ê got: "Di van gotûbêjan de, her du alîyan pêşketina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de pêşwazî kirin. Wan got ku ev danûstandin niha gihîştiye qonaxa dawî û tê çaverêkirin ku merasîma îmzeya elektronîkî ya peymanê sibê (Yekşemê) bê lidarxistin."

Hêjayî gotinê ye ku berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî berî ragihandina Trump red kiribû ku îmzekirin dê sibe pêk were, lê dûr nexist ku ev yek di nav çend rojan de pêk were.