Trump bo Fox News: Biryareke pir Mezin li ser Îranê Dê di Demek Nêzîk de Were Dayîn

Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji nûçegihanê Fox News Trey Yingst re got ku Washington bo Îranê sê bijarde hene: Îran bi tevahî dê were hilweşandin, an bi zêdekirina zexta aborî dê hilweşe an jî bigihîje rêkeftinekê.

Nûçegihanê Fox News Trey Yigst jî roja Yekşemê got ku Donald Trump gotiye ku ew ê di demek nêzîk de biryarekê li ser Îranê bide û di demek nêzîk de tiştek mezin dê bibe.

Yingst got, "Yan em Îranê bi tevahî hilweşînin an em wê ji hêla aborî ve hilweşînin an jî em bi wan re bigihîjin rêkeftinekê."

Wî ji nûçegihan re got, "Pirsa min ev e, eger ez vê yekê bikim, divê ez kengî tevahiya welêt hilweşînim? Çêtir e ku ew rêya rast bigirin."

Serok Trump her wiha behsa hevdîtina bi Serokê Îranê Mesûd Pizîşkyan re kir û got ku ew ji bo hevdîtinê vekirî ye. Ev şîrove piştî ku Fox News ragihand ku Tehranê lîsteya şertên ji bo bidawîkirina şer ji Koşka Spî re şandiye, tên.