Rêberên Îmarat û Îranê li New Delhî Kom Dibin

UAE Iran

Mîrzadeyê mîrgeha Ebû Dabîyê ya Îmaratê Şêx Xalid bin Mihemed bin Zayid al-Nehyan Şemîyê li kêleka kombûna BRICS'ê ya li New Delhî tê kien ligel Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan hevdîtin pêk anî.

Ev civîn di demekê de pêk tê ku nakokîya bi Îranê re bandoreke mezin li civîna îsal a BRICS'ê dike, şer û pevçûn dibin sedema têkçûna bazarên enerjîyê û trisa li ser veguhestina deryayî û ewlehîya li Kendavê de dibin sedema nîgeranîyan.

Rêberên BRICS'ê Şemîyê derbarê zêdebûna alozîyên li Rojhilata Navîn û êrîşên li ser binesazîya sivîl nîgeranî nîşandan. Wan herwiha banga çareserîyên dîplomatîk ji bo nakokîyan kir.

BRICS rêxistineke navnetewî ye ku ji 11 welatan pêk tê. Ew sala 2009'an hate damezrandin.

Ev grûp di destpêkê de ji Brazîl, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîka Başûr pêk dihat. Lê piştre berfireh bû û Misir, Etyopya û Endonezya, herwiha Îran û Îmaratê tê de bûn endam.