Wezareta Berevanîyê ya Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, roja Duşemê ragehand ku hêzên wan ên esmnanî serederî ligel dronekê kirîye li ser avên herêmî yên welêt ku ji Îranê hatibû, lê hûrgiliyên din derbarê êrîşa dronî nedan.
Wezaretê di daxuyaniyekê de tekez kir ku " hêzên çekdar bi tevahî amade ne ku bersiva her gefekê bibin, û sîstemên berevanîya esmanî jî, mîsyonên xwe yên çavdêrîkirin û şopandina qada esmanî 24 demjimêran didomînin."
Piştre, Wezareta Karên Derve ya Îmaratan êrîşa drona Îranê weke êrîşa herî nû û bi "êrîşkar" bi nav kir û got ku " Îmartên Erebî mafê xwe yê tevahî û rewa diparêze ku bersiva van êrîşan bide" û bang kir ku divê ev êrîş derhal werin rawestandin.
Wezareta Derve êriş bi tundî şermezar kir, û diyar kir ku ew aloziyeke metirsîdare ku binpêkirineke eşkere ya serwerî, ewlehî û aramiya dewletê ye, û gefeke rasterast e li ser ewlehiya welatî û niştecihan.