Neteweyên Yekbûyî: Li Îranê Zêdetirî 3 Milyon Kes Koçber Bûne

Saziya Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi alîkarîya koçberan (UNHCR) got, ji egera şer û pevçûnên berdewam li Îranê, ku niha ketine di roja xwe ya 13emîn de, nêzîkî 3.2 milyon kes bi awayekî demkî ji cih û warên xwe koçber bûne. Ev nirxandinek pêşîne ku ji alîyê NY hatîye kirin.

Li gorî raportê, hejmara malbatên koçber ji 600,000 heta 1 milyon malbat in. Piranîya koçberan ji Tehran û bajarên din yên mezinin û ber bi bakurê welêt û deverên gundewarî ve diçin.

(UNHCR) her wiha hişyarî da, ku dibe hejmara wan zêdetîr bibin û ev yek jî nîşan dide ku pêdiviyên jiyanê zêde dibin.

Saziya Neteweyên Yekbûyî, daxwaza parastina welatîyan, vekirina rêyên gihandina alîkarîyên mirovî û vekirina sînoran, ji bo kesên ku li ewlehiyê digerin, li gorî qanûn û pivanên navneteweyî.