NY: Ji 19ê Adarê ve 56 Kes li Îranê Hatine Darvekirin

UN High Commissioner for Human Rights Volker Turk

Komîserê Bilind ê Mafên Mirov ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk îro Çarşemê ragihand ku ji 19`ê Adarê ve li Îranê herî kêm 56 kes bi tawanên têkildarî "ewlehîya niştimanî" hatine darvekirin. Di nav van kesan de, 27 kes di dosyayên ku bi xwepêşandanên despêka salê ve girêdayî ne de hatine darvekirin.

Li gor ajansa Reuters, Turk di daxuyanîyekê de diyar kir ku ji meha Adarê ve cezayên sêdarekirinê û pêkanînên darvekirinê li zêdebûnê ne, û banga li rayedarên Îranê kir ku hemû sêdarekirinan rawestînin û ber bi rakirina vî cezayî ve gavên pêwîst biavêjin.

Li gor Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International), tevî ku bi kêmî ve 60 kes (di nav de sê zarokên Îranî jî hene) di binçavkirinê de ne, lê dîsa jî metirsîya sêdarekirinê li ser wan heye. Ev rewş bi tawanên ku bi xwepêşandanên dijî-rêjîmê yên ku di meha yek a 2026'an de qewimîn re girêdayî ne, tê meşandin.