Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Ser Êrîşên Îranê Biryarek Nû Derxist

Arşîv: Civîna Civata Ewlekarî ya Netewên Yekbûyî Ser Îranê

Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî çarşemê biryarnameya 2817 pejirand ku êrîşên Îranê li ser welatên Kendavê û Urdunê şermezar dike û daxwaza rawestandina wan êrîşan dike.

Ev biryar bi 13 dengên ji koma 15 endaman bi dengê erê hat qebûlkirin, Rûsya û Çîn bêdeng man û beşdarî di dengdanê de nekirin, ti welatekî dijî wê biryarnameyê deng nedaye.

Civata Ewlekariyê êrîşên Îranê yên bi mûşek û dronan yên ku li deverên niştecih û binesaziyên sivîl li welatên kendavê û Urdunê hatine kirin şermezar kir.

Li gorî encûmenê, ev êrîş binpêkirina qanûna navneteweyî ye û weke metirsiya ser aşitî û ewlehiya cîhanê tê hejmartin.

Di biryarê de herwiha hat gotin ku divê êrîşên Îranê bi lez û bez rawestin. Her wiha encûmen her cure tevgerek an jî gefa ku armanca wê girtin an astengkirina rêya keştiyan a navneteweyî li Tengava Hormizê be, şermezar dike.

Di biryarê de hat gotin ku welatên Kendavê û Urdun mafê parastina xwe li gorî Qanûna Neteweyên Yekbûyî bicih tînin.

Pisporên qanûna navneteweyî dibêjin ev biryar ne tenê peyamek siyasî ye, lê herwiha girîngiyek qanûnî jî heye, ji ber ku balê dikişîne ser pêdiviya rêzgirtina serweriya welatan û ewlehiya herêmê.

Li gorî raportan, ev biryar di heman demê de nîşan dide ku Îran di asta navneteweyî de rû bi rûyê tenbûnê dimîne.

Ger êrîşên Îranê bidomin, zelale ku zextên siyasî û aborî li dijî wî welatî zêde bibin, her çend biryarên cezayên zêdetir li dij Îranê ji aliyê Civata Ewlekariyê ve, dibe ku ji ber alîgirî an jî veto ya hin welatên endam dijwar û zehmet be.