Urdun Dibêje wê Çar Mûşekên Îranî Xistine Xwarê

Mûşekên Îranê bo ser axa welatên weke Urdun, Behreyn, Kuweyt, Îmaratê

Artêşa Urdunê di daxuyanîyekê de ragihand ku sîstema wê ya berevanîya esmanî çar mûşekên Îranî li ser axa welêt xistine xwarê û du yên din li deverek vala ketine.

Roja Çarşemê artêşa Urdunê di daxuyanîyekê de got ku sîstema wê ya esmanî şeş mûşekên ku ji axa Îranê ber bi qada esmanî ya Urdunê ve hatine avêtin destnîşan kirine, ji wan çar mûşek pûç derxistine, lê du yên din li deverek vala û dûr ketine xwarê bê ku ziyanek hebe.

Ajansa Nûçeyan a Urdunê, Petra jî, ji çavkanîyeke fermî ya Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdunê ragihand ku sîstema berevanîya esmanî îro Çarşemê 6 mûşekên ku ji axa Îranê dihatin û axa Urdunê aramnc girtbû pûç kirine, û ziyanek madî yan mirovî çênebûye.

Ev pêşketina nû di demekê de tê ku Îranê di rojên dawî de êrîşên xwe yên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li herêmê zêde kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê û CENTCOM'ê jî di rojên borî de ragihand bû ku du leşkerên wan di êrîşên Îranê de bo ser bingeha esmanî ya Muwefiq El-Saltî hatine kuştin û nasnameya wan herdu leşkeran eşeker kirbû.